Misrê qada ezmanî li Qatarê vekir

Misrê qedexeya qada ezmanî ya ku ji 2017'an û vir ve li ser Qatarê danîbû, rakir. Sivîl wê bikaribin bi rêya balafiran di navbeyna du welatan de biçine û bên.

Midûrtiya Hewayiya Sivîl a Misrê ragihand wan daxwaza derbasbûna nav qada hewayî ya Misrê ya ji hêla Qatarê ve qebûl kirine.

Bi vê biryarê de EgyptAîr û Qatar Aîrways wê bikaribin di navbeyna du welatan de biçin û bên.

Hezîrana 2017'an Siûdî û hevalbendên wê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê danûstandinên xwe bi Qatarê re birîbûn. Van çar welatan Qatar tawanbar kiribûn ku pir nêzî Îranê ye û destekê dide Birayên Misilman. Têkiliyên navbeyna Tirkiyê û Qatarê jî yek ji wan sedeman bû ku di navbeyna welatên navborî û Qatarê de gelemşe derkevin.

Heftiya bihurî Konseya Hevkariya Kendavê komî ser hev bûbû û li hev kiribûn.

Siûdî piştî 3 caran cara pêşî Duşema bihurî hiştibû ku balafir biçine Qatarê.