Li Moskowayê civîna bilind a têkildarî Qerebaxê

Piştî ku li Qerebaxê dawî li şer hate anîn, lîderên Ermenistan û Azerbaycanê yekemcar bi malovaniya Rûsyayê li hev civiyan. Tê ragihandin, ku hîn jî gelek pirsgirêk li benda çareseriyê ne.

Piştî ku bi rêya çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyeyê beşeke mezin a Qerebaxê hate dagirkirin, lîderên herdu welatan yekemcar li hev civiyan.

Li dû agirbesta ku di meha Mijdarê de hate îmzekirin, bi malovaniya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li hev kom bûn. Hate ragihandin ku civîn ji bo pêşîgirtina li têkbirina agirbestê hatiye lidarxistin.

HÎN JÎ PIRSGIRÊKÊN GIRAN HENE

Azerbaycanê di dawiya meha Îlonê de bi piştgiriya dewleta Tirk êriş biribû ser Qerebaxê ku ji salên 1990'î ve di bin kontrola gelê Ermen de bû. Tirkiyeyê tevî piştgiriya bi artêşê, çek û cebilxaneyan, her wiha çeteyên xwe yên cîhadîst ên ji bo pereyan şer dikin, sewqî herêmê kiribû.

Derdora paytexta Qerebaxê Stepanakert ne di nav de, beşeke girîng a Qerebaxê ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsyayê, di encama agirbestê de hatibû dagirkirin. Piştî agirbestê jî, herêmê tampon ên di kontrola Ermenistanê de bûn, radestî Azerbaycanê hatibûn kirin.

Lê belê tevî agirbestê hîn jî her du alî xwe nadin ber pevguhertina dîlgirtiyan. Tê zanîn ku di destê herdu aliyan de gelek êsîr hene.

Her wiha korîdorên navbera Qerebaxê û Ermenistan, Azerbaycanê de yek ji mijarên ne zelal e.

Yek ji armancên civîna bilind a li Qesra Kremlînê ew e ku Rûsya nîşan bide, ew dixwaze 'hêza xwe ya aştiyê' ya li herêmê biparêze û nîşan bide ku pirsgirêk di kontrola wan de ye.

MILKÊN ERMENAN HATIN TALANKIRIN

Piştî dagirkirina Qerebaxê, bi hezaran Ermen neçar mabûn ku ji xaka xwe ya bi hezaran salî koç bikin. Di çapemeniyê de jî eşkere bû ku beriya dagirkeriya Azerbaycanê, gelek mirov neçar man ku beriya alavên xwe rahêjin, ji herêmê birevin. Di yek ji dîmenan de dihate dîtin, Ermenekî agir berdida mala xwe, ji bo nekeve destê dagirkeran.