Li Lubnanê rewşa penaberan xerab dibe

Li Lubnanê ya ku krîza malî û ekonomîk lê heye, rewşa penaberan gelekî xerab e.

Li Lubnanê ji çar kesan kesek hejar e û herî zêde jî penaberên ji Sûriyeyê ditengijin. Ji sedî 90’ê penaberên ji Sûriyeyê di rewşeke xerab de ne.ü

Berpirsê kampa penaberan a Deyr Zanûnê ya li Geliyê Bekayê ji medyaya RTS a Swîsreyê re axivî û diyar kir ku rewşa wan gelekî xerab e. Hate diyarkirin ku alîkariyên tên jî gelekî kêm e.

Roja Pêncşemê penaberekî ji Sûriyeyê xwe şewitandibû û tê diyarkirin ku ev tişt bêhêvîtiya li hemberî hejariyê ye.

Di heman demê de li Bekaayê problemên ewlehiyê jî zêde bûne, di hefteyên dawîn de du caran êrîşî penaberan hate kirin.

Adnan (28) ê bavê 3 zarokan got ku “Berê tekane fikara me ev bû ku em ê çawa zarokên xwe têr bikin. A niha di problemeke biçûk de em dibêjin em ê kampê bişewitînin.”