Ewûstûryayê sîxûrê Tirk ku bi kuştinê hatibû peywirdarkirin qewirand

Ewûstûryayê welatiyê Italî yê Tirk ku rejîma Enqerê ya bi rêveberiya Recep T. Erdogan bi kuştinê hatibû peywirdarkirin, dersînor kir.

Dihate payin doza 3 sîxûrên Tirk, ku rejîma Enqerê ya Tirk ew bi kuştinê peywirdarkiribûn, dest pê bike, hate diyarkirin sîxûr hatine dersînorkirin.

Parêzer Veronîka Ujvarosî ku ji AFP'ê re axivî got, ''Rayedar gihaştin wê bîr û baweriyê ku ji bo ewlehiya cameweriyê taloke ye û beriya Noelê ew birin li ser sînorê Ittalyayê danîn.''

Feyyaz Ozturk, sîxûrê Tirk ê 53 salî çûbû cem îstîxbarata Ewûstûryayê, li xwe mikur hatibû, ew hatiye peywirdarkirin da ku 3 kesên ku rexne li polîtîkayên Recep T. Erdogan aniye, bikuje. Endama Meclîsa Şaredariyê ya Wiyanayê Bêrîvan Aslan Cotmehê bi daxuyaniyekê diyar kiribû yek ji kesa ku di hedefê de ew bi xwe ye.

Dozgeriya Ewûstûryayê Îlonê rapirsînek da destpêkirin û Ozturk bi ''sîxûriya hêzeke biyan'' tawanbar kir. Dibe ku heta bi 2 salan jî ceza li Ozturk were birîn.