CÎHAN
Hemû Nûçe
-
329 kes ji bo namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê hatin nîşandan
Îsal ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ji Donald Trûmp heta Greta Thûnberg, ji serokê Rûs û Belarûs yên mûxalif heta serokên ‘Jiyana reşikan girîng e’ 300 kes hatin pêşniyazkirin. -
NY: Birîna alîkariya ji bo Yemenê tê wateya ferzkirina mirinê
Li gel metirsiya xelayê ya li ser bi milyonan mirovên li Yemenê, gelek welat alîkariyeke têrker naşînin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî vê yekê da. -
Ermenistan li ser êgir e
Dijberên Serokwezîr Nîkol Paşînyan avêtin ser avahiya hikumetê. -
442 parlementerên Ewropayê nerazîbûn nîşanî mêtingeriya Îsraîlê dan
Ji ber ku Îsraîl Şerîaya Rojava ‘bi fîîlî îlhak dike’ 442 parlementerên Ewropayê nerazîbûn nîşan dan û li dijberî mêtingeriya li ser axa Filîstînê banga hewldanan kirin. -
Li keştiyeke Îsraîlê teqînek çêbû; Netanyahû gef li Îranê xwar
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku ji teqîna hefteya derbasbûyî ya li keştiyeke Îsraîlê ya li Derya Ûmmanê Îran berpirsyar e û got, "Em ê li seranserê herêmê li wan bixin." -
Li Myanmarê dijberên darbeyê dîsa daketin qadan: 6 kes mirin
Li Myanmarê dijberên darbeyê dîsa daketin qadan. Li gorî çavkaniyên herêmî 6 kes mirin. -
Li Yemenê di şer de herî kêm 50 kes hatin kuştin
Li Yemenê, Hûsiyên bi piştevaniya Îranê berê xwe dan Marîbê ku li bakurê welêt keleha dawî ye di destê hêzên hikumetê de ye. Di operasyonê de herî kêm 50 kes hatin kuştin. -
Li Ekvatorê deng wê dîsa werin hijmartin
Lijneya Rajor a Hilbijartinê ya Ekvatore li ser îtîraza namzetê gelê xwecih Yakû Perez û partiya wî beşek ji dengan ên hilbijartina serekdewletiyê ya 7'ê Sibatê wê dîsa werin hijmartin. -
Li Derya Spî 147 koçber hatin rizgarkirin
Sea-Watchê bi daxuyaniyekê ragihand ku 147 koçberên hewl didan bi botên plastîk ji Derya Spî derbas bibin hatine rizgarkirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 15 zarok jî hene. -
Artêşên Etîyopyayê û Erîtreyê komkujî kirin
Di rapora Rêxistina Efûyê de ya têkilî kuştina bi sedan sivîlî li herêma Tîgre ya bi destê arteşa Etîyopyayê û leşkerên Erîtreyê, tê destnîşankirin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Di êrîşa DYE'yê de li Sûriyê 22 milîsên Îranî hatin kuştin
Artêşa Emerîkayê li Sûriyê êrîş bire ser milîsên alîgirên Îranî û bi kêmanî 22 kes hatin kuştin. -
Li Nîjeryayê bi sedan keçên zarok hatin revandin
Li rojavayêbakurê Nîjeryayê kesekî çekdar dibistaneke keçên zarok dagir kir û bi sedan xwendeyên dibistanê revand. -
DYE'yê li Sûriyeyê li milîsên alîgirê Îranê xist
Artêşa Emerîkayê li binesaziya milîsên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê xist. Wezareta Karên Derve ya DYE'yê diyar kir ku êriş 'bi pîvan û hesabkirî' bû. -
Li Ekvatorê mifteya hikumeta nû wê di destê gelê xwecihî de be
Li Ekvatorê piştî hilbijartinên serokatiyê û meclîsê, gelê xwecihî ji hîleyan gumanan dikin. Ji bo tûra duyemîn jî kampanya 'Nûlo' derdikeve pêş. -
Paşînyan got, 'hewldana darbeyê' û Fermandarê Giştî ji wezîfeyê girt
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî daxwaza fermandariya artêşê ya ji bo îstifakirina wî, bi gotina 'hewldana darbeyê' nerazîbûn nîşan da û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê ji wezîfeyê girt. -
YE'yê xebatkarên platformê bi bîr anî
Yekîtiya Ewropayê (YE) wê mafê ewlehiya sosyal a kesên di xizmeta platformên onlîne de dixebitin gotebêj bike. -
Venezuelayê Sefîra YE'yê, weke ''kesa ku nayê xwetsin'' ragihand
Rêveberiya Venezuelayê bersiv da biryara pêkirinê ya YE'yê ya li ser 19 rayedarên payebilind û xswest ku sefîra YE'yê yê li Caracasê welêt biterikîne. -
Şerê li girtîgehên Ekvatorê: Herî kêm 75 kes mirin
Li Ekvatorê krîzeke giran a girtîgehê rû da. Li sê girtîgehên ku tijî ne, şer qewimî. Li gorî bîlançoya nû herî kêm 75 girtî mirine. -
Îranê deriyên xwe li çavdêrên nukleerê girt
Rêveberiya Îranê ku betalkirina pêkanînên DYE'yê ji bo paşeroja Peymana Nukleerê weke şert destnîşan dike, dest bi kêmkirina liv û tevger çavdêrên navneteweyî yên li tesîsên xwe kir. -
Li 3 girtîgehên li Ekvatorê şer qewimî: 62 kes mirin
Li 3 girtîgehên Ekvatorê bûyer qewimîn. Herî kêm 62 kes mirin -
Li golek ya Misirê keştiyek noqî avê bû: 9 kes mir
Li golek a li Bakurê Misirê, di encama noqîbûna keştiyekê de, herî kêm 9 kes mir in. -
Parlamenta Kanadayê ‘qirkirina Ûygûran’ qebûl kir
Parlamenterên Kanadayê bi biryareke ne fermî zextên Çînê yên li dijî Ûygûran wekî ‘qirkirin’ qebûl kir. -
Hikumeta Îsraîlê wê ji bo bi hezaran pitikên winda tazmînatê bide
Hikumeta Îsraîlê wê ji bo bi hezaran zarokên Cihûyên koçber ên ku piştî sala 1948’an ji welatên Ereban û Balkanan hatibûn û tê diyarkirin ev zarok hatine windakirin wê tazmînatê bide. -
Îranê û ÎAEA bi rengekî demkî li hev kirin
Îranê û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (ÎAEA) ragihandin ku ji bo dewama çavdêriya xebatên nukleerê, bi rengekî demkî wan li hev kirine. -
Keçên Malcolm X xwestin bila dosye dîsa were vekirin
Keçên Malcolm X derbarê mirina bavê xwe derbarê rola hêzên ewlekariyê yên di cînayetê de nameyên kevn ên polîsekî mirî nîşan dan û xwestin lêpirsîn dîsa were destpêkirin.