Li 3 girtîgehên li Ekvatorê şer qewimî: 62 kes mirin

Li 3 girtîgehên Ekvatorê bûyer qewimîn. Herî kêm 62 kes mirin

Di 23'ê Sibatê de li 3 girtîgehên Ekvatorê herî kêm 62 kes hatin kuştin. Rayedaran diyar kirin ku çeteyên bazirganên narkotîkê bûne sedema bûyeran.

Li girtîgehên li herêma Gayaqûîl, Cûenca û Latacûnga yên Ekvatorê, di şer de 62 kes mirin.

Rayedaran ragihandin ku maseya krîzê hatiye avakirin û hewl didin kontrola girtîgehan ji nû ve bixin destê xwe.

Serokdewlet Lenîn Moreno bi rêya medya dîjîtal ragihand ku bûyeran di heman demê de dest pê kirine. Moreno anî ziman ku kesên navborî hewl dan girtîgehan di heman demê de kontrol bikin.

Dozgeriyê jî diyar kir ku di şer de gelek kes birîndar bûne û rewşa hin birîndaran jî giran e.