Parlamenta Kanadayê ‘qirkirina Ûygûran’ qebûl kir

Parlamenterên Kanadayê bi biryareke ne fermî zextên Çînê yên li dijî Ûygûran wekî ‘qirkirin’ qebûl kir.

Li Kamaraya Avamê ya Kanadayê pêşniyaznameya ‘bila zextên li dijî Ûygûran wekî qirkirin were diyarkirin’ bi yekdengî hate qebûlkirin. Ji 338 dengan 266 dengan ji bo pêşniyaznameyê dengê erê dan.

Di pêşniyaznameyê de tê diyarkirin ku ‘Li ser Ûygûrên li Çînê qirkirin heye’. Parlementer diyar dikin ku li ser Ûygûran ‘xebitandina bi darê zorê’ û ‘tunekirina qadên çandî’ tê pêkanîn.

Di pêşniyaznameyê de tê xwestin ku heke ‘qirkirin’ bidome bila Olîmpîyadên Zivistanê ya sala 2002’an ji dêvila Pekînê li cihekî din were kirin.

Sefareta Çînê ya li Kanadayê bi daxuyaniyeke nivîskî pêşniyazname red kir.

Li gorî pisporên biyanî dewleta Çînê ji milyonekê zêdetir Ûygûran di kampên perwerdehiya ji nû ve de radigire. Pekîn van sûcdariyan red dike û îddîa dike ku ev kamp ji bo dûrxistina ji ‘terorîzmê’ navendên perwerdehiya pîşeyî ne.

Parlamenterên Kanadayê bang li hikumetê kirin ku bila li gorî biryara parlementoyê tevbigere.

Wezîrê Karê Derve Marc Garneaû daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ‘Hikumeta Kanadayê bi awayekî cîddî li ser îddîayên qirkirinê’ disekine.