NY: Birîna alîkariya ji bo Yemenê tê wateya ferzkirina mirinê

Li gel metirsiya xelayê ya li ser bi milyonan mirovên li Yemenê, gelek welat alîkariyeke têrker naşînin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Li Yemenê ku ji havîna 2014'an ve şerê navxweyî lê diqewime, ji 30 milyon mirovên lê dimînin pêwîstiya 16 milyon kesî bi alîkariya xwarinê heye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, eger fona nêzî 4 milyar dolarî neyê komkirin, têkoşîna îsal a li vî welatî ya li dijî birçîbûnê wê bi ser nekeve.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku negihandina alîkariya mirovî yan jî kêmmayina alîkariyê wê were wateya ferzkirina mirinê li ser Yemeniyan.

Li dijî krîza birçîbûnê ya li Yemenê bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres konferansek hate lidarxistin, lê belê encama ji konferansê têrker nebû. Gûterres piştî konferansê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku welatên beşdar tenê soza ji bo 1.7 milyar dolarî ya alîkariyê dan.

Ev yek jî li gorî alîkariya ku salên 2019 û 2020'î hate dayin gelekî kêm e. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bo têkoşîna li dijî metirsiya xelayê pêwîstî pê heye ku heta dawiya salê herî kêm 3 milyar û 850 milyon dolar alîkarî bê dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Yemenê di halê hazir de ji ber rewşa ku nêzî xelayê ye 50 hezar kes jiyana xwe ji dest didin" û hate ragihandin ku bi taybetî li herêmên şer rewş giran e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi milyonan jin û zarokên li Yemenê bi rengekî 'bêhêvî' pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye û hişyarî hate dayin ku birîna alîkariyê tê wateya ferzkirina mirinê.

Gûterres di daxuyaniya xwe de bang li aliyên şer jî kir û got, "Li Yemenê çareseriyek bi rêya leşkerî nîne."