Bandora banga bidîmen a Rêber Apo ya dîrokî di nava raya giştî de berdewam dike. Vîdeoya ku di nava gelê Kurd de hêvî û moraleke mezin afirand, ji aliyê hemû beşên civakê ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Koma Hevra ya ku di hunera Kurdî de li gel paradîgmaya xwe ya nû xebatên xwe didomîne, têkildarî banga Rêber Apo ya bidîmen got: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku wê Abdullah Ocalan aşitiyê bîne Rojhilata Navîn.’’
Endamên Koma Hevrayê daxuyaniyek dan ajansa me ANF’ê û ev yek anîn ziman:
‘’Bedêlên mezin hatin dayîn…!
Hêjatirîn û qîmettirîn zarokên wêrek ên welatî tevlî karwanê nemiran bûn. Ew sax in û di nava me de ne.
Lê belê wisa çûn ku li ser dilê me birîn jî hiştin. A niha dema dîtina wan e û êdî ji bo herkesî deriyên jînê vekirî ne.
Civakan jiyana azad tercîh kirin. Êdî dema pêkvejiyana bi awayekî azad û wekhev e. Bêguman ev yek bi saya înîsiyatîf û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan pêk hat.
Em jî girêdayî vê hişmendiyê di wê baweriyê de ne ku divê em bi awayekî xurt xwedî lê derkevin.’’
‘JI BO BELAVKIRINA BANGÊ ME LI AMARAYÊ BERHEMA BI NAVÊ MIZGÎN PÊŞKÊŞ KIR’
Endamên komê anîn ziman ku wan piştî banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk berhemeke bi navê ‘’Mizgîn’’ amade kiriye û klîba berhemê jî li Amarayê kişandine û ev yek anîn ziman: ‘’Banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ li cem me jî kelecaneke mezin afirand. Piştî bangê ji bo belavkirin, xwedîlêderketin û bêbersivnehiştina banga dîrokî ya Birêz Ocalan, me biryar da ku em tiştekî bikin. Me di navbera xwe de biryar da ku em berhema xwe ya bi navê Mizgîn amade bikin. Tevî ku weke kom gelek kêmasî û zehmetî hebûn jî me bi fedekariyeke mezin temam kir û klîba wê jî dîsa bi coş û moraleke mezin li Gundê Amarayê yê Birêz Ocalan kişand. Berhem li ser çapemeniyê û di nava gel de rastî eleqeyeke mezin hat ku ev yek jî ji bo me kêfxweşî û şanaziyeke mezin e.’’
‘DI SERDEMA HERÎ REŞBÎN DE JÎ RÊLI BER CIVAK Û SIYASETÊ VEKIR’
Endamên Koma Hevrayê diyar kirin ku fikrên Rêber Apo wê aşitiyê bînin Rojhilata Navîn û anîn ziman ku piştî 27 salan temaşekirina dîmenên Rêber Apo ji wan cihê kelecaneke pir mezin bû. Endamên komê wiha pêde çûn: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku fikrên Birêz Abdullah Ocalan wê aşitî, wekhevî û demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn. Em giramiyeke mezin didin fikrên Birêz Abdullah Ocalan û rêzeke mezin jêre digirin. Serokeke wisa ye hemû jiyana xwe bexşandiye têkoşîna şoreşê. Em di wê baweriyê de ne ku bandora wî ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê gelekî mezin e. Çawa ku 26 salan cara ewil bi rêya vîdeoyekê bang li gelî kir û li gel me kelecaneke mezin afirand bi heman rengî wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî rê li ber guherînên mezin veke.
Di serdemeke herî reşbîn de jî derket û peyamek da û rê li ber siyaseta xitimî û jinûvezindîbûna hêviyan vekir. Ji ber wê yekê dema banga bidîmen hate weşandin li gel me kelecan, moral û coşeke mezin peyda bû. Hêviyên me mezintir bûn.
‘JI BO GELÊN CÎHANÊ WEKE ROJÊ HILTÊ’
‘Bi rastî jî bi hemû pêngavên xwe di serî de Kurdistan ji bo gelên gelên bindest ên cîhanê weke rojê hiltê. Cîhan û Rojhilata Navîn ronî dike û mizgîniyên mezin dide gelan. Ew bes ne ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bûye hêviya azadiyê.
Li gel Paradîgmaya Civaka Demokratîk hem ji lêgerînên azadî, wekhevî û demokrasiyê yên hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê hem jî modeleke serkeftî pêş xistiye. Em jîweke Koma HEVRA di wê baweriyê de ne ku divê eV banga dîrokî watedar bê bersiv nemîne.
Girêdayî vê yekê di serî de ciwan, jin,hunermend û siyasetmedar em bang li hemû beşên civakê dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û xwedî lê derkevin. Bedêlên mezin hatin dayîn lê belê êdî hêvî zindîtir in. Bihar hatiye li çiya û deştên me. A niha li hemberî şoreşgerên mezin ku berê xwe didin welatê xwe û bi xwe re azadiyê tînin, dem dema xwedîlêderketin û bicihanîna erk û berpirsiyariyan e. Lê belê divê em jî li cihê xwe nesekinin. Divê em jî barê barê mezin bigirin ser milên xwe, parve bikin û bi hev re tev bigerin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ku azadî dikare bi bi hişmendî, fedekarî û kedeke hevpar ya mezin pêk were.’’