Îranê û ÎAEA bi rengekî demkî li hev kirin

Îranê û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (ÎAEA) ragihandin ku ji bo dewama çavdêriya xebatên nukleerê, bi rengekî demkî wan li hev kirine.

Midûrê Giştî yê ÎAEA'yê Rafael Grossî piştî 'danûstandinên berfireh' ên li Îranê piştî ku vegeriya Viyanayê, diyar kir ku ji bo kontrola ÎAEA'yê lihevkirineke demkî hatiye kirin.

Li gorî vê lihevkirina 'dualî ya teknîkî' ku ji bo sê mehan e û di her kêliyê de dikare bê betalkirin, hejmara çavdêrên li qadê wê neyê guhertin û kontrolê bêagahî jî wê karibin bê kirin.

Grossî got, "Bêguman ji bo rewşeke stabîl bê afirandin pêwîstî bi danûstandinên siyasî hene, ku ev jî ne berpirsyariya min e."