Artêşên Etîyopyayê û Erîtreyê komkujî kirin

Di rapora Rêxistina Efûyê de ya têkilî kuştina bi sedan sivîlî li herêma Tîgre ya bi destê arteşa Etîyopyayê û leşkerên Erîtreyê, tê destnîşankirin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Li Etîyopyayê ku Abîy Ahmed ku 20182an Xelata Aştiyê ya Nobelê standî serokwezîr e, komkujiyên artêşê yên li herêma Tîgreyê tê nîqaşkirin.

Di raporekê de ku Rêxistina Navnetewî ya Efûyê (Amnesty Internatîonal) weşandî, cih da gotinên şahidên ku xweli Sûdanê girtin û yên li bajarê Aksûmê yên Tîgreyê. Di operasyonê de ku artêşê bi rengê, ''hate biserxistin'' dabû, di raporê de komkujiyên ku artêşê Mijdarê kirî hate parvekirin, hate gotin Etîyopya û artêşa welatê cîran Erître jî komkujî kiriye.

Dîrektorê herêmî yê Efrîkaya Rojhilat û Başûr ê Amnesty Deprose Muchena got her du artêşan sûcê mirovahiyê kiriye. Muchena diyar kir di komkujiyan de yên li ser gelê Tîgreyê nexasim leşkerên artêşa Erîtreyê gelek komkujî kirine, di êrîşê de ya li ser bajarê Aksûmê gelek sivîl hatine kuştin.

4'ê Mijdara 2020'an artêşa Etîyopyayê êrîş biribû ser Eniya Rizgariya Gel a Tîgre (TPFL) ku nûnertiya gelê Tîgre dike. Serokwezîr Abîy Ahmed ku TPLF bi êrîşa ser baregehên leşkerî sûcdar kirî, 28'ê Mijdarê ragihandibû ku, 'operasyon qediyaye''.

Lê li gel daxuyaniyên hikûmetê jî, tê gotin li herêma Tîgreyê şer û sûcên artêşa Etîyopyayê didome.