Li Ekvatorê deng wê dîsa werin hijmartin

Lijneya Rajor a Hilbijartinê ya Ekvatore li ser îtîraza namzetê gelê xwecih Yakû Perez û partiya wî beşek ji dengan ên hilbijartina serekdewletiyê ya 7'ê Sibatê wê dîsa werin hijmartin.

Îtîraza li encamên dora pêşî ya hilbijartina li Ekvatorê didome. Di hilbijartina 7'ê Sibatê de Andreas Arauz û Guîllermo Lasso mabûn dora duyan. Li ser îtîraza namzetê gelê xwecih Yaku Perez beşek ji dengan wê disa werin hijmijarti.

Yaku Perez ku di dora pêşî ya hilbijartina serekdewletiyê de namzetê gelê xwecih bû îtîraz kir. Lijneya Rajor a Hilbijartinê li ser îtîraza Perez biryar da ku beşek ji dengan dîsa were hijmartin.

Lijneyê bi 4 dengên erê û yek bêalî biryar li ser da ku li 39 hezar dengên 31 bûroyên hilbijartinê dîsa werin hijmartin.

Lijneya Hilbijartinê ya Rajor di 10 lîsteyan hilbijêran de dît ku neliheviyek heye. Perez Sêşemê serlêdan kiribû ku lîsteya 27 hezar hilbijêran dîsa were kontrolkirin. Li ser vê wê lîsteya 31 hezar hilbijêran dîsa were kontrolkirin.