Li keştiyeke Îsraîlê teqînek çêbû; Netanyahû gef li Îranê xwar

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ragihand ku ji teqîna hefteya derbasbûyî ya li keştiyeke Îsraîlê ya li Derya Ûmmanê Îran berpirsyar e û got, "Em ê li seranserê herêmê li wan bixin."

Li gorî şîrketa Dryad Global ku li qada ewlehiya deryayê pispor e, keştiya Îsraîlê MV Helîos Ray ku barê xwe wesayit bû, dema ku sefera navbera bajarê Dammam a Erebistana Siûdî û Sîngapûrê dikir, li peravên Ûmmanê teqiya.

Derya Ûmmanê li derketina Tengava Hurmuzê di navbera Îran û Ûmmanê de ye. Di Tengava Hurmuzê ya stratejîk re beşeke mezin a petrola cîhanê derbas dibe. Koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê li vê herêmê kar dike.

Serokwezîrê Îsraîlê ji radyoyekê re axivî û got, "Ev yek çalakiyeke eşkere ya Îranê ye. Di mijara bersiva min de jî hûn bi polîtîkaya min zanin. Îran dijminê herî mezin ê Îsraîlê ye û em bi biryar in pêşî lê bigirin. Em ê li seranserê herêmê lê bixin."

Netanyahû got, "Ya girîng jî ew e; bi lihevkirinê yan jî bê lihevkirinê Îran wê nebe xwedî çeka nukleerê. Min ev yek ji dostê xwe Serok Bîden re jî got."

Beriya vê daxuyaniyê Îsraîlê êvara Yekşemê li Sûriyeyê êriş biribû ser komên alîgirê Îranê.