Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Ekvatorê mifteya hikumeta nû wê di destê gelê xwecihî de be

Li Ekvatorê piştî hilbijartinên serokatiyê û meclîsê, gelê xwecihî ji hîleyan gumanan dikin. Ji bo tûra duyemîn jî kampanya 'Nûlo' derdikeve pêş.

Li Ekvatorê, tevî ku 17 roj di ser hilbijartinên serokatî û meclîsê re derbas bûne, hîn jî namzetên ji bo tûra duyemîn bi rengekî fermî nehatine eşkerekirin. Di rojên destpêkê yên hilbijartinê de namzetê gelê xwecihî Yakû Perez mafê tûra duyemîn bi dest xistibû. Lê belê ji ber îtirazan encam hate derengxistin û bi hinceta jimartinê encam nehate pejirandin.

Li hin bajaran deng ji nû ve hatin jimartin. Di encamê de jî namzetê gelê xwecihî daket rêya sêyemîn. Namzetê muxafazakaran Gûîllermo Lasso jî piştî jimartina nû derbasî tûra duyemîn bû. Lê belê hikumetê encamên jimartina nû hîn bi rengekî fermî ranegihandiye. Derengxistina eşkerekirina encamên fermî weke hewldanek ji bo kêmkirina tansiyona gelê xwecihî tê nirxandin, ku gelê xwecihî li qadan e. Ji ber ku bûyerên li paytext Qûîto yên Cotmeha 2020'î ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, ew bûyer bûn ku gelên xwecihî jî tê de bûn. Lewma wezîfedarên dewletê ji bo kêmkirina hêrsa gelê xwecihî, encamên hilbijartinê li demê belav dike. Ev rewş di heman demê de gumanên li ser encamên hilbijartinê jî zêde dike.

Ya rast, encamên tûra destpêkê nîşan dida ku beriya tûra duyemîn kî wê bibe serok. Ji ber ku encam bi kêrî namzetê UNES'ê 'Yekîtiya ji bo hêviyê' Andres Araûz dihat. Her du namzetên din ji bo duyemîniyê têdikoşin. Di rewşeke wiha de Araûz serdana DYE'yê kir. Ev serdan ji aliyê derdorên cuda ve bi gotina 'Êdî weke Serok dest bi kar kir' hate şîrovekirin.

Gelên xwecihî dixwazin ku deng ji nû ve bên jimartin û ji hîleyên hilbijartinê fikaran dikin. Her wiha diyar dikin ku dengên ji bo namzetê wan hatiye dayin, hatine dizîn. Di nava van nîqaşan de ji bo tûra duyemîn kampanya 'Nûlo' dibe ku pêk were. Yanî gelên xwecihî wê di tûra duyemîn de dengê vala bidin û bi vî rengî hem rengê xwe diya rbikin, hem jî firsendê bibînin ku potansiyela xwe ya rastî bibînin.

REWŞA MECLÎSÊ

Bi hilbijartinên dawî re yên li Ekvatorê, li parlamentê encameke balkêş ava bû. Hilbijartin ji bo 137 kursiyên li parlamentê hate kirin. Ji bo hikumet bê avakirin pêwîstî bi 70 parlamenterî heye. Encamên heyî nîşan dide ku ti partî nikare bi tena serê xwe hikumetê ava bike. Partiya Araûz 49 wekîl bi dest xist. Partiya Pachakûtîk a Yakû Perez ê di rêza duyemîn de jî 27 wekîl wergirt. Di rêza sêyemîn de jî Partiya Çep a Demokratîk û Partiya Xiristiyan a Civakî cih girtin ku her yekî ji wan 18 parlamenter wergirtin. Partiya CREO (Partiya afirandina firsendan) ya Gûîllberto Lasso ku ji bo tûra duyemîn maf wergirtiye, tenê 12 wekîl karîbû bi dest bixista. 13 kursiyên mayî jî di nava 8 partiyan de hatin parvekirin.

Di vê rewşê de li meclîsê ihtimalên cuda derketin holê. Li gorî vê yekê bi 49 wekîl û 27 wekîlan Araûz û Yakû hikumeteke hevpar ava bikin. Ev ihtimal wê hîleya li ser encamên hilbijartinê û aciziya gelên xwecihî ji holê rake. Her wiha wê gelên xwecihî bi tevlîkirina hevparê hikumetê kêfxweş bike.