Şerê li girtîgehên Ekvatorê: Herî kêm 75 kes mirin

Li Ekvatorê krîzeke giran a girtîgehê rû da. Li sê girtîgehên ku tijî ne, şer qewimî. Li gorî bîlançoya nû herî kêm 75 girtî mirine.

Li gorî rayedaran, şerê li girtîgehê di navbera komên çete de qewimî. Bi taybetî jî çeteyên narkotîkê bi hev ketin.

Servîsa girtîgehê SNAÎ, li ser twîtê daxuyanî da û got, li bajarê Guayaquîlê  34, li girtîgeha Cuenca 33 û li girtîgeha li Latacunga jî 8 girtî mirine.

Agahdarî nehate kirin bê ka ji hêzên ewlehiyê kes miriye yan na, bêyî ku hijmar were dayin hate gotin hin polîs birîndar bûne.

Dozgeriyê li ser rûdanan got, ''Pevketina di navbeyna çeteyên krîmînal de''. Serokkomar Lenîn Moreno got,êrîşa ''hevdemî ya rêxistinên krîmînal''.

Hate diyarkirin şeva duşemê polîs û qerdiyanan rewş kontrol kirine, artêş jî li dora girtîgehê hatiye bicihkirin. Hikûmetê her wiha maseya krîzê danî.

Li gorî îdareya girtîgehê rûdanên tundiyê yên li girtîgehan şerê desthilatê yê di navbeyna wan çeteyan de ye ku bi trafîka tiryakê têne fînansekirin û operasyonê ji vir rê ve dibin.

Li girtîgeha ekvatorê bi qasî 60 gritîgehan hene. Li van girtîgehan 38 hezar girtî û 1500 qerdiyan hene.