Hikumeta Îsraîlê wê ji bo bi hezaran pitikên winda tazmînatê bide

Hikumeta Îsraîlê wê ji bo bi hezaran zarokên Cihûyên koçber ên ku piştî sala 1948’an ji welatên Ereban û Balkanan hatibûn û tê diyarkirin ev zarok hatine windakirin wê tazmînatê bide.

Di sala 1948’an de piştî ku Îsraîl hate avakirin, Yemen di serî de ji welatên Ereban û Balkanan bi hezaran Cihûyên koçber hatibûn. Di wan salan de Cihûyên koçber ên ku li kampan dijîyan, dihate diyarkirin ku zarok ji dêya xwe bûne û piştre mirine. Di heman demê de cenaze jî nedidan malbatan.

Piştî lêkolînên bi mehan hate diyarkirin ku beşeke zêde ya van pitikan dane Cihûyên Aşkenazê yên ji Ewropaya Navîn û Rojhilat hatine.

Arşîvên dewletê yên ku divê heta sala 2031’an girtî bûya piştî sala 2016’an hatibû vekirin. Di lêkolînan de hatibû diyarkirin ku beşeke zêde ya zarokan mirine.

WÊ TAZMÎNAT WERE DAYÎN

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li xwe mikur hatibû ku ev dosyeya ‘herî bi êş’ a dîroka welat e û di meseleya zarokên piştî 1948’an hatine windakirin jî wê tazmînatê bide, dixwazin dosyeyê bigirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Maliyeyê Îsrael Katz bi fermana Netanyahû re wê 162 milyon şekel (41 milyon eûro) tazmînat were dayîn. Di vê çarçoveyê de wê 150 hezar şekel (38 hezar eûro) bidin malbatên ku gora zarokan ne diyar e û 200 hezar şekelî bidin malbatên ku derbarê zarokên xwe tu agahiyên wan tune.