Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

Komek ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar ji bo daxuyaniya gerîla bişopîne ji Amedê bi rê ketin.

Komek ji gerîla, li ser banga Rêber Apo wê sibe li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Ji bo şopandina vê daxuyaniyê, komek ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar li Amedê li hev kom bûn û bi rê ketin. Koma ji 150 kesî pêk tê, li ber Stadyûma Amedê ya li navçeya Peyasê li hev kom bû.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Serokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete, Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter û ji MED TUHAD-FED'ê hin kesayet di nava komê de ne.