DYE'yê li Sûriyeyê li milîsên alîgirê Îranê xist

Artêşa Emerîkayê li binesaziya milîsên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê xist. Wezareta Karên Derve ya DYE'yê diyar kir ku êriş 'bi pîvan û hesabkirî' bû.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYE'yê John Kîrby operasyona li Sûriyeyê weke 'operasyona leşkerî ya çavtirsandinê' pênase kir.

Kîrby anî ziman ku di operasyonê de binesaziya deriyekî sînor hatiye îmhakirin ku ji aliyê Kataîb Hîzbûllah û milîsên din ên alîgirê Îranê ve dihate bikaranîn.

Berdevk diyar kir ku êrişa hewayî bersiva li êrişên dawî yên li Iraqê li dijî personelên Emerîkî û koalîsyonê hatin kirin, pêk hatiye.

Di nava sê hefteyan de li Iraqê li dijî DYE û Koalîsyonê sê êriş hatin kirin. Ji van êrişan jî komên alîgirê Îranê berpirsyar hate nîşandan. Êriş di demeke welê de hate kirin ku DYE beriya vegera li bernameya nukleerê tawîzê ji Tehranê dixwaze.

Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp piştî ku sala 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand, polîtîkaya zextê ya li ser Îranê di asta herî bilind de xistibû dewrê. Rêveberiya Joe Bîden nêta xwe ya ji bo vegera li peymana nukleerê anîbû ziman.

Roja Duşemê li Bexdayê roket li nêzî sefaretxaneya bilind a Emerîkayê ya li Bexdayê ketibû. Roja Şemiyê li herêma Bakur li Baladê, bi roketan li balafirgeha leşkerî ya Iraqê êriş hatibû kirin û xebatkarekî Iraqî yıê li şîrketeke Emerîkî dixebitîn birîndar bû.

15'ê Sibatê li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê li dijî baregeheke leşkerî ya hêzên koalîsyonê ya li balafirgehê bi roketan êriş hatibû kirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Kîrby ji bo êrişa hewayî ya li Sûriyeyê got, "Ev bersiva bi pîvan li gel şêwra bi hevkarê koalîsyonê û tedbîrên dîplomatîk hate meşandin."