Venezuelayê Sefîra YE'yê, weke ''kesa ku nayê xwetsin'' ragihand

Rêveberiya Venezuelayê bersiv da biryara pêkirinê ya YE'yê ya li ser 19 rayedarên payebilind û xswest ku sefîra YE'yê yê li Caracasê welêt biterikîne.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji rêveberiya Venezuelayê derheqê 19 kesên payebilind biryara pêkirinê dabû. Biryar Duşemê hatibû ragihandin, di nav van kesan de ku hate îdîakirin di polîtîkayên dijî demokrasî, dijî rêgezên dewleta hiqûqê de para wan heye, hin waliyên herêmê û endamên artêşê jî hene. Biryara qedexeya gerê û sekinandina mal û milkê wan hatibû standin.

Rêveberiya Nîcolas Madûro jî bersiveke tund da. Wezîrê Karê Derve Jorge Arreaza ragihand sefîra li Caracasê Îsabel Brîlhante Pedro weke 'kesa ku nayê xwesin ' (Person non grata) ragihandine.

Arreza diyar kir wan 72 saet dem dane Pedrosa da ku welêt biterikîne.