329 kes ji bo namzetiya Xelata Aştiyê ya Nobelê hatin nîşandan

Îsal ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ji Donald Trûmp heta Greta Thûnberg, ji serokê Rûs û Belarûs yên mûxalif heta serokên ‘Jiyana reşikan girîng e’ 300 kes hatin pêşniyazkirin.

Îsal ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê 329 kes û sazî namzet hatin nîşandan.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Nobelê ya li Osloyê ye îsal 234 kes û 95 sazî ji bo xelata aştiyê namzet hatine nîşandan.

Navê kesên hatine pêşniyazkirin veşartî be jî xelatgirên berê dikarin profesorên zanîngehan, parlementer û wezîrên welatan ku ji bo xelatê pêşniyaz kirine, eşkere bikin.

Heta niha Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, Tifaqa Aşiyê (Gavî), Koalîsyona Nûbûnên ji bo Amadekariya Şewban (CEPI) jî hatine pêşniyazkirin. Tevgera ‘Jiyana reşikan girîng e’ ya ku li dijî nijadperestiyê daketibûn qadan jî hatine pêşniyazkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) jî hatine pêşniyazkirin.

Serokê berê yê DYE’ye Donald Trûmp, zavê wî Jared Kûshner, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Prensê Welîaxt ê Emîrtiya Ereban a Yekgirtî Muhammed Bîn Zayed El Nahyan jî hatine pêşniyazkirin.

Greta Thûnberg (18) a ku li dijî germahiya global têdikoşe, mûxalifê Rûs Aleksey  Navalny û seroka jin a bi navê Svetlana Tîkhanovskaya ya ku li Belarûsê bûbû namzet û piştre neçar mabû welat biterikîne jî hatine pêşniyazkirin.