Li Myanmarê dijberên darbeyê dîsa daketin qadan: 6 kes mirin

Li Myanmarê dijberên darbeyê dîsa daketin qadan. Li gorî çavkaniyên herêmî 6 kes mirin.

Di serê meha Sibatê de serokê Myanmarê Aûng San Kûû Kyî bi derbeya leşkerî ketibû. Çalakiyên protestoyê yên piştî vê darbeyê didome.

Rêveberên darbeyê metodên tund bikar tînin, bi bombeyên gazê, TOMA, fîşekên rastîn û plastîk li çalakgeran didin.

Li bajarê Daweiyê 3 kes û bi giştî 6 kes di mudaxelay polîsan de mirin. Li Bagoyê ciwanekî 18 salî û li Rangoon a ku paytext e jî kesek mir. Li bajarê din jî nûçeyên mirinê tên lê hê agahî nehatine piştrastkirin.

Di rojên berê de jî 5 çalakger miribûn.

Rêxistina civaka sivîl a ji bo alîkariya girtiyên siyasî diyar kir ku ji serê meha Sibatê ve heta niha 850 eks hatine destgîrkirin.