Di êrîşa DYE'yê de li Sûriyê 22 milîsên Îranî hatin kuştin

Artêşa Emerîkayê li Sûriyê êrîş bire ser milîsên alîgirên Îranî û bi kêmanî 22 kes hatin kuştin.

Balafirên şer ên DYE'yê li rojhilatê Dêrazorê li herêma Ebû Kemal komên milîs ên alîgirên Îranê kirin hedef. 

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê John Kirby got operasyona li Sûriyê 'operasyoneke leşkerî ye ku dûr dixe.''

Kîrbey got di êrîşên hewayî de di serî de Kataîb Hîzbûllah jêresaziyên milîsên alîgirên Îranî ên li deriyê sînor tine kirine.

Berdevk her wiha got di êrîşên hewayî de, ''Li Iraqê li dijî êrîşên dawî yên li ser personelên Emerîkayê û Koalîsyonê û li dijî gefên ku hê jî li ser van personelan dom dikin, bûne bersiv.''

Li gorî Mala Çavdêra a Mafê Mirovan a Sûriyê qemyonên ku cebilbaxane tê de bûn û cihên ku komên milîs lê bûn, bûne hedef û bi kêmanî 22 kes mirine. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin gelek kes birîndar jî bûne û hijmara miriyan dibe ku zêdetir jî bibe.

Mala Çavdêr her wiha diyar kir êrîş saet 01:00'ê çêbûye û 3 qemyonên bi cebilxane barkirî bûn, bûne hedef.

Piştî êrîşa DYE'yê hêzên Îranê û komên milîs ên alîgirên Îranê çend qereqol û biryargeh ên li herêma Ebû Kemalê bi tirsa ku wê dîsa êrîşê bînin ser wan vala kirin.

Piştî êrîşên li Iraqê yên li ser hêzên Emerîkî û DYE'yê ev êrîşên hewayî çêbûn.

Duşemê li Bexdayê roket li nêzî sefaretxaneya Emerîkayê ketin, Şemiyê jî rokêt çûne ser baregeha leşkerî ya Iraqê ya li Baladê .

15'ê Sibatê li Hewlêrê roket çûne ser baregeha leşkerî ya kooalîsyonê û du kesan jiyana xwe ji dest bûn.

Kîrby li ser êrîşa hewayî ya li Sûriyê got, ''Ev bersiva bi pîvan a leşkerî, di serî de bi şewra hekarên koalîsyonê paralelî tevdîrên dîplomatîk pêk hatiye.''

Berdevk got, ''Operasyone bi rengekî zelal peyamekê dide. Serok Bîden wê hêzên Emerîkayê û koalîsyonê biparêze. Her wiha ji bo ku rageşiya li rojhilatê Sûriyê û Iraqê kêm bibe em bihesab tevgeriyan.''