442 parlementerên Ewropayê nerazîbûn nîşanî mêtingeriya Îsraîlê dan

Ji ber ku Îsraîl Şerîaya Rojava ‘bi fîîlî îlhak dike’ 442 parlementerên Ewropayê nerazîbûn nîşan dan û li dijberî mêtingeriya li ser axa Filîstînê banga hewldanan kirin.

Ji 20 welatên Ewropayê nêzî 442 parlementer û senator nameyeke hevpar ji wezîrên karên derve yên welatên Ewropayê re nivîsandin.

Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê û parlementer Jeremy Corbun û serokê çepgir ê Fransayê Jean Lûc Melenchon diyar kirin ku bi firehbûna qadên jiyînê û hilweşandina avadaniyên Filîstînê, geşedanên li qadê bûye wekî îlhakeke fîîlî.

Di nameyê de hate diyarkirin ku ‘Ligel şewba koronavîrusê, herî zêde di çar salên dawîn de mal û avahiyên gelê Filîstînê hatine hilweşandin.”

Artêşa Îsraîlê ji sala 1967’an û vir ve Şerîaya Rojava û Qudisa Rojhilat dagir dike. Li van deran bi qasi 3,1 Filîstînî û 675 hezar Îsraîlî dijîn. Ev koloniyên Îsrailiyan di hiqûqê de wekî derqanûnî tê qebûlkirin.

Di salên dawîn de polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û tevî piştgiriya Donald Trûmp mêtingeriya Îsraîlê zêde bûbû.

Serokê nû yê DYE Joe Bîden li dijî koloniyên Îsraîlê gotinên rexneyî kir û ji bo avakirina dewleta Filîstînê qewlê hewldanan da.

Parlementerên Ewropayê bal kişandin ser serdema Bîden û gotin,”Destpêkirina serokatiya Bîden, ji bo tevgerê firsendeke baş e.”