Li Derya Spî 147 koçber hatin rizgarkirin

Sea-Watchê bi daxuyaniyekê ragihand ku 147 koçberên hewl didan bi botên plastîk ji Derya Spî derbas bibin hatine rizgarkirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 15 zarok jî hene.

Rêxistina civakî ya sivîl a Elman Sea-Watch ragihand, ku di nava rojekê de 147 koçberên hewl didan di ser Derya Spî re derbasî Ewropayê bibin hatine rizgarkirin.

Operasyona rizgarkirinê li peravên Lîbyayê hate kirin.

Rêxistinê, sibeha Şemiyê 102 koçber li ser botên plastîk rizgar kir.

Nîvê şevê jî 15 jê zarok 45 koçber hatibûn rizgarkirin.

Sea-Watch ku ji Mijdara 2017'an û vir ve hewl dide koçberan rizgar bike, heta niha zêdeyî 3 hezar koçber rizgar kiriye.

Rêxistina bi navê SOS Derya Spî jî ji meha Sibatê ve bi rêya keştî-ambûlansê Ocelan Vîkîngê zêdeyî 400 kes rizgar kiriye.

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ragihand ku di sala 2020'î de li Derya Spî herî kêm 1200 kes dema ku hewl dan derbasî Ewropayê bibin jiyana xwe ji dest dan.