YE'yê xebatkarên platformê bi bîr anî

Yekîtiya Ewropayê (YE) wê mafê ewlehiya sosyal a kesên di xizmeta platformên onlîne de dixebitin gotebêj bike.

Li piraniya welatên YE'yê van salên dawî xizmeta serwîsa xwarinê ya malan û ajokeriya bi şêwaza Uberê her ku diçe zêdetir dibe, ewlehiya sosyal a xebatkarên ku hema hema hemû bi statûya muteşebîsa dixebitin mijara nîqaşê ye.

Bi sed hezaran kesên ku xwarinê dibin malan bi destheqekî kêm dixebitin, piranî bê kaxez in ku li ser navê hine dî dxeibitin an jî ji mafê ewlehiya sossyal ku xebatkarên normal xwedî wan mafan in, bêpar in. Piraniya xebatkaran mafê wan ê malnişînbûnê, bêkariyê, nexweşiyê sînordar in an jî qet nînin û ev dibe sedema helwestê. Her wiha mafê sendîkayî yê van xebatkaran mijara nîqaşê ye.

Komîsyona YE'yê ku bersiv dayî daxwazên gelek komên Parlamentoya Ewropayê (PE) ragihand ku ew ê bi nûnerên sendîka û kardaran re hev bibînin.  Di daxuyaniya komîsyonê de hate gotin hin kesên li platformên onlîne dixebitin heqdesta wan kêm e û ewlehiya wan a sosyal nîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi van platforman girîng e kesên ku nikaribin têkevin nav piyaseta kar a kevneşopî û dixwazin karekî zêde bikin, ji xwe re kar bibînin û hate destnîşankirin divê şertên wan ên kar werin xweşkirin.