Li Nîjeryayê 300 zarokên hatibûn revandin, hatin berdan

Li bakurê rojavê Nîjeryayê di 26’ê Sibatê de êrîşî pansiyonekê hatibû kirin û bi sedan zarokên keç hatibûn revandin. Ev zarok hatin berdan.

Li pansiyona Jangebeyê bi sedan zarokên keç ji aliyê kesên çekdar hatibûn girtin.

Waliyê eyaleta Zamfarayê Dr. Bello Matawalle diyar kir ku zarokên keç di 2’ê Adarê de hatine berdan û tendirustiya wan baş e. Matawalle got ku “Li dibistanê 279 zarokên keç hatibûn revandin û hemû jî niha li ba me ne.”

Di sê mehên dawîn de li bakurê rojavayê welat çar caran êrîşî dibistanan hatibû kirin. Di meha Sibatê de 42 zarok li eyaleta Nîjerê hatibûn revandin û di meha Kanûnê de jî li eyaleta Katsînayê 300 zarokên kur hatibûn revandin.

Ev çete bêtir li daristana Rûgû xwe vedişêrin.

Di Gulana 2020’an de Koma Krîzê ya Navneteweyî raporek weşandibû û diyar kiribû ji sala 2011’an heta niha 8 hezar kes mirine û 200 hezar kesan jî dev ji malên xwe berdane.

Ev çete têkiliyên xurt bi Boko Haram re danîne. Dema ku li eyaleta Katsînayê 344 xwendekar hatibûn revandin, van koman rol stendibûn. Piştî muzakereyên di navbera çete û rayedaran de ev kes hatibûn berdan.