Paşînyan got, 'hewldana darbeyê' û Fermandarê Giştî ji wezîfeyê girt

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî daxwaza fermandariya artêşê ya ji bo îstifakirina wî, bi gotina 'hewldana darbeyê' nerazîbûn nîşan da û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê ji wezîfeyê girt.

Ajansa Nûçeyan a Rûs Interfaxê ragihand, ku artêşa Ermenistanê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û banga îstîfayê li Nikol Paşinyan û hikumeta wî kiriye.

Paşînyan li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û got, "Ez daxuyaniya Serokê Fermandariya Giştî weke hewldanek ji bo darbeya leşkerî dibînim. Bang li alîgirê me hemûyan dikim ku li qada Komarê (Erîvan) li hev kom bibin."

Paşînyan li ser înternetê di weşana zindî de daxuyaniyek nû da û diyar kir ku wî General Onîk Gaspariyan ji wezîfeyê girtiye. Paşînyan rojek berê jî alîkarê Gaspariyan Tîgran Haçaryan ji wezîfeyê girtibû."

Piştî banga Paşînyan alîgigrên wî li Erîvanê civiyan.

ZEXTA QEREBAXÊ YA LI SER PAŞÎNYAN

Ji payîza 2020'î dema dagirkeriya Azerbaycanê ya li Qerebaxê û vir ve ji ber têkçûna leşkerî, muxalefet zextê li hikumeta Paşînyan dike.