Li golek ya Misirê keştiyek noqî avê bû: 9 kes mir
Li golek a li Bakurê Misirê, di encama noqîbûna keştiyekê de, herî kêm 9 kes mir in.
Li golek a li Bakurê Misirê, di encama noqîbûna keştiyekê de, herî kêm 9 kes mir in.
Rêwiyên ku ji heman malbatê bûn, bi keştiyê li gola Marîutê geşt dikirin. Ev gol 20 kîlometre li rojavayê Îskenderiyê cih digre. Li gorî berpirsyarên herêmê, di encama noqîbûna keştiyê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes sax in û 5 kes jî windan e.
Li gorî medyaya El Ahram jî 5 kesên rizgar bûyî birîndar in. Di golê de hîna lêgerîn berdewam e.