Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Li Yemenê di şer de herî kêm 50 kes hatin kuştin

Li Yemenê, Hûsiyên bi piştevaniya Îranê berê xwe dan Marîbê ku li bakurê welêt keleha dawî ye di destê hêzên hikumetê de ye. Di operasyonê de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li herêma Marîbê ya Yemenê roja Şemiyê şerekî giran qewimî. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên alîgirê hikumetê, fermandarên hêzên taybet jî di nav de herî kêm 50 şervan mirine.

Çavkaniyekî leşkerî agahî da AFP'ê û diyar kir ku ji kesên hatine kuştin 22 ji hêzên alîgirê hikumetê ne, herî kêm 22 jî milîsên Hûsî ne.

Ji ber ku Hûsî bi giranî windahiyên xwe eşkere nake, nepêkane ku ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve bên piştrastkirin.

Herêma Marîbê bi 120 kîlometreyî li rojhilatê paytexta Sana ye.

Hûsî zêdeyî saleke hewl didin herêma Marîbê kontrol bikin. Di 8'ê Sibatê de li hemberî herêmê dest bi operasyoneke nû kirin.

Qenala televîzyonê ya Hûsiyan El Messîre ragihand ku Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji bo piştgiriya bi hêzên hikumetê re zêdeyî 12 caran êrişên hewayî pêk anî.

Roja Înê zêdeyî 60 şervan li nêzî Marîbê di şer de hatibûn kuştin.

Tê texmînkirin ku heta niha ji her du aliyan bi sedan kes hatine kuştin. Her wiha bi sedan malbat jî ji ber şer neçar man cih û warê xwe biterikînin.