Ji QSD'ê li Kampa Holê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh a ewlekariyê pêk anîn. Di encamê de du serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh a ewlekariyê pêk anîn. Di encamê de du serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek ewlehiyê li kampa Holê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Piştî temamkirina xebatên şopandin û lêgerînê û komkirina agahiyên îstîxbaratî, hêzên me nasnameyên terorîsst Mihemed Safî El Ewel (Ebî El Bera) û Ebdulrezaq Mehmûd Selame (Ebî Ebdurehman) tesbît kirin û wan girtin.
Terorîstê Mehmûd ku wekî mîrê leşkerî yê çeteyên DAIŞ’ê li kampê tê naskirin, çalakiyên terorîst pêk dianî, her wiha destê wî di anîn û derxistina kes û çekan bo kampê de heye.Çeteyê din Ebdulrezaq bi navê oldarê rêxistina terorîst li kampê dihat naskirin, erka wî tevlêkirina zarokan û dersên olî û îdelojîk dida zarokan."
Li gorî daxuyaniyê, hêzên operasyonê, 3 bêtêl desteser kirin ku terorîstan ji bo pêwendiyan bi serçeteyên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi kar dianîn."
QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de aşkera kir ku dê operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bidomîne û çi kesên ku hewl bidin ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirab bike, têk bibe.