Îranê deriyên xwe li çavdêrên nukleerê girt

Rêveberiya Îranê ku betalkirina pêkanînên DYE'yê ji bo paşeroja Peymana Nukleerê weke şert destnîşan dike, dest bi kêmkirina liv û tevger çavdêrên navneteweyî yên li tesîsên xwe kir.

Piştî ku Donald Trûmp Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di sala 2015'an de ji peymana Plana Çalakiyê ya Hevpar a Berfireh vekişand, ku bi Îranê re li ser bernameya nukleerî îmze kiribûn, peyman ketibû rewşeke metirsîdar. Tevî ku Serokê nû yê DYE'yê Joe Bîden nîşaneyên ji bo vegera li peymanê dide jî, Îranê xala peymanê ya ji bo kontrolkirina navendên nukleerê bi rakirina pêkanînan, betal kir.

Rêveberiya Tehranê diyar kir ku pêkanînên aboriyê yên ji aliyê Donald Trûmp ve hate danîn, hîn jî di meriyetê de ne ragihand ku wê kontrola çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya li tesîsên wan asteng bike.

Îranê ji doh ve biryar xistiye meriyetê. Ji welatên ku mohra xwe danîne binpê peymanê Fransa, Brîtanya Mezin û Elmanyayê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin ku biryar bê betalkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanca wan parastina peymana sala 2015'an e û bal kişandin ser girîngiya hewldaên dîplomatîk ên ji bo vê armancê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Ned Prîce diyar kir ku biryara Îranê "nebaş e" û ji biryarê "bi fikar in."

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan dîrektorê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî çend roj berê çûbû Tehranê.