Li Nîjeryayê bi sedan keçên zarok hatin revandin

Li rojavayêbakurê Nîjeryayê kesekî çekdar dibistaneke keçên zarok dagir kir û bi sedan xwendeyên dibistanê revand.


Mamosteyê dibistana Jangabe Sadî Kawa ye, ya li eyaleta Zamfara ku ji ber fîdyeyê kesê êrîşka keçên zaro revandin ji AFP'ê re got,''Ji 300'î zêdetir keçên zaro hatine revandin.''

Sadî Kawa ye ku du keçên wî jî hatine revandin got, ''Bi telefonê agahdar bûm ku xwendeyên dibistanê hatine revandin.''

Heftiya bihurî 42 zarok ji eyaleta Nîjeryayê hatibûn revandin, kanûnê jî li eyaleta Katsînayê ji 300'î zêdetir zarokên kur hatibûn revandin.

Li gorî rapora Koma Krîzê ya Navnetewî ku Gulana 2020'an hatî weşandin tundiya krîmînal ji 2011'an û wir ve zêde bûye, bûye sedema mirina 8 hezaran kesan û kiriye ku 200 hezar kes mal û milkên xwe berdin.

Li welêt pirî caran heywan têne dizîn û her wiha di ber fîdeyeyê de mirov têne revandin.

Hin ji çeteyan bi Boko Haram re danûstandinên wan hene, nexasim li bajarê Kankara yê eyaleta Katsînayê dema ku 344 xwende hatibûn revandin komên wiha di nav de bûn. Piştî danûstandina rayedar û çeteyan ên ku li Kankarayê hatibûn revandin, hatibûn berdan.