CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Fîlîpînê bîlanço giran bû
Li gorî bîlançoya nû, ji ber barana zêde ya ku li başûrê Fîlîpînê rabû, di lehî û şemitîna axê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji ber lehiyê 13 kes li Fîlîpînê mirin
Li başûrê Fîlîpînê ji ber baranê hezaz çêbû û lehî rabû. Herî kêm 13 kes mirin. -
HRW: DAÎŞ’ê li Maliyê bi sedan gundî qetil kirin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşên bi ser gundên Maliyê de, bi sedan gundî qetil kirine, mal û milkê gundiyan talan kiriye. -
Yekîtiya Tabîban a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolîn
Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) destgîrkirina Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi zimanekî tund şermezar kir û xwest, agahiyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî yên li dijî gerîla bê lêkolîn. -
'Mirovê herî qilêrî yê cîhanê' jiyana xwe ji dest da
Amû Hacî yê li eyaleta Farsê ya Îranê, ku weke 'mirovê herî qilêrî yê cîhanê' dihate binavkirin, 94 salî bû jiyana xwe ji dest da. -
Li Mîdîllî 22 koçber bi birîndarî û destgirêdayî hatin dîtin
Doktorên Sînornenas 25'ê Cotmehê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku li Girava Mîdîllî ya Yewnanistanê 22 koçber hatin dîtin ku destê 3 ji wan girêdayî, 4 jî birîndar bûn. -
Rîshî Sûnak bû serokwezîrê Îngilistanê
Mûhafezekarê Îngilîz Rîshî Sûnak, piştî îstifaya Lîz Trûss, ji bo peywira serowezîriyê hat destnîşankir. -
Li Malawî di goreke komî de 29 cenazeyên koçberan hatin dîtin
Cenazeyên 29 koçberan di goreke komî ya li herêmeke daristanî ya li Malawî ku welatekî Afrîkayê ye hatin dîtin. -
Li Sûdan a Başûr şerê qebîleyan: Herî kêm 200 kes mirin
Li eyaleta Nîl a Şîn a Sûdan a Başûr, di şerê navbera qebîleyan de van du rojên dawî herî kêm 200 kes mirin. -
Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilat di roja 38'an de ye
Li dehan bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê zêdeyî meheke dewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek bajaran grevên giştî hebûn. -
Berpirsê Rêxistina Bedirê hat kuştin
Berpirsê Şaxa Sêyemîn ê Rêxistina Bedirê Şêx Alî Azerî li Bexdayê hat kuştin. -
Rêveberiya Îran ketiye nava hewldanên berevajîkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Her diçe serhildana bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hemû pêkhateyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li xwe girtiye mezin dibe. Li ser vê yekê rêveberiya Îranê ketiye nava wê hewldanê ku li dibistanan rastiya vê serhildanê berevajî bike. -
Nifûsa dinyayê dike bibe 8 milyar
Rêvebera Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî Dr. Natalîa Kanem diyar kir meheke din wê nifûsa dinyayê bibe 8 milyar û banga alîkariya ji bo jin, zarok û mexdûran kir. -
Xwendekar bi xurtî cihê xwe di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de digirin
Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Amînî destpê kir mehek li pey xwe hişt. Di dema dawî de xwendekarên zanîngehê bi xurtî cihê xwe di çalakiyan de digirin. -
Germbûna global gefê li milyarek zarokî dixwe
Rêxistina civaka sivîl KidsRights diyar kir, ku germbûna gerdûnî bandorê li ser milyarek zarokî dike. -
NY: Li Îranê binpêkirinên mafê zarokan hene
Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Îranê li dijî zarokan binpêkirinên mafan ên giran tê kirin û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir. -
Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê li kanserê mikur hat
Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê Jassem al-Falahî got, qirêjiya ji ber hilberîna petrolê rû dide li Basra û derdora wê sedema bingehîn a zêdebûna rêjeya kanserê ye. -
YE‘yê derbarê ‘polîsên exlaq‘ yên Îranê de biryara pêkanînê da
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê biryara pêkanînê derbarê “polîsên exlaq” yên Îranê û 11 rêveberên ku di tepisandina berxwedanê de cih girtine dan. -
Sê salên dawî hejmara mirovên birçî bi du qatî zêde bû
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku hejmara mirovên ketin bin bandora birçîbûnê, di nava sê salên dawî de bi du qatî zêde bûye. -
Li Yewnanistanê lehî rabû
Li girava Gîrît a Yewnanistanê lehî rabû û herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn
Li gorî daneyên fermî, di êrîşa li ser girtîgeha Evînê de ya li paytext Tehranê, herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn. Li gorî gelek çavkaniyan bîlanço girantir e. -
Li Meksîkayê êrîşa çekdarî: 12 kes mirin
Li eyaleta Gûanajûato ya li navenda Meksîkayê li barekê êrîşa çekdarî çêbû. Di encamê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn. -
Ji girtîgeha Evînê ya li Tehranê dengê çekan hat
Ji girtîgeha Evînê ya li paytexta Îran Tehranê dengê çekan hat. -
Li Îranê bi dehan zarok hatin qetilkirin, bi sedan hatin destgîrkirin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di dema serhildanan de ku nêzî meheke dewam dikin bi dehan zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi sedan jî hatin destgîrkirin. -
Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
Di tûra duduyan a dayîna dengan li Parlamentoya Iraqê de, Letîf Reşîd ji sisêyan duduyê dengan girt û bû serokkomar.