Li Malawî di goreke komî de 29 cenazeyên koçberan hatin dîtin

Cenazeyên 29 koçberan di goreke komî ya li herêmeke daristanî ya li Malawî ku welatekî Afrîkayê ye hatin dîtin.

Li bajarê Mzîmba yê bakurê welat di daristanekê de goreke komî hat dîtin.

Hat ragihandin ku li wê gorê cenazeyê 29 kesan hatiye dîtin.

Tîmekî ku ji bijîşk, tiba edlî û polîsan pêkdihat çûn cihê bûyerê.

Gora komî ji aliyê gundiyên herêma Mzîmba ve li nêzî rêya ku Malawî bi Tanzanyayê ve girêdide hate dîtin.

Ev rê ji aliyê bazirganên mirovan ve tê bikaranîn ku koçberan derbasî Afrîqaya Başûr dikin.

Rayedaran gotin ku delîlên ji qadê hatine bidestxistin, destnîşan dikin ku qurbanî hemû kesên Etiyopyayî ku temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ne û hemû zilamin.

Berdevkê polîsê Malawî Peter Kalayaa ragihand ku di navbera meha Çile û Îlona îsal de, rayedaran 221 koçber destgîr kirine ku 180 ji wan Etiyopyayî ne.