Li Îranê bi dehan zarok hatin qetilkirin, bi sedan hatin destgîrkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di dema serhildanan de ku nêzî meheke dewam dikin bi dehan zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi sedan jî hatin destgîrkirin.

Ji 16'ê Îlonê û vir ve ku jineke Kurd a 22 salî Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate qetilkirin, serhildanên gel dewam dikin. Hêzên dewletê êrîşî van xwepêşandanan dike û bi taybetî jî êrîşê dibin ser zarokan.

Li gorû Ajansa Nûçeyan a Human Rights Activists (HRANA) ku navenda wê li DYE'yê ye, ji nava meha Îlonê û vir ve herî kêm 18 zarok hatin kuştin, ji wan ê herî ciwan 12 salî bû.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm 23 zarok "Ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi rengekî îllegal hatin kuştin." Rêxistina Efûyê diyar kir ku qurbanî di navbera 11 û 17 salî de bûn.

Rêxistinê civakî yên sivîl dibêjin ku bîlanço girantir e.

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê ragihand ku piraniya wan li eyaleta Sîstan Belûcistanê herî kêm 28 zarok hatin kuştin.

Ev komeleya ku navenda wê li Îranê ye, diyar kir ku têkildarî aqûbeta zarokên hatine destgîrkirin ti agahî ji malbatan re nehatiye dayin û ji temsîla hiqûqî bêpar hatine hiştin.