Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilat di roja 38'an de ye

Li dehan bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê zêdeyî meheke dewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek bajaran grevên giştî hebûn.

Ji 16'ê Îlonê û vir ve ku jin a Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin, çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin.

li gel êrîşên giran ên hêzên dewletê, girtin, gefxwarin û êşkenceyê jî her roj li dehan bajaran çalakî pêk tên.

Li herêma Tehranê, Azerbaycan, li eyaletên Rojhilatê Kurdistanê Xuzistan, Îsfahan, Hurmuzgan û Sîstan-Belûcistanê çalakî hatin lidarxistin.

Roja Şemiyê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sine, Bane, Merîwan, Bokan û Mahabadê greva giştî hebû. Dikan nehatin vekirin.

Li heman bajaran û li Kirmaşan, Ûrmiye û Seqizê doh bi şev xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gelek deveran agir hatin dadan, dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li gelek bajaran di navbera hêzên dewletê û xwepêşandêran de şer qewimî.

Xwendekaran jî li gelek bajaran çalakî lidar xistin û ders boykot kirin. Li ser banga sendîkaya mamosteyan jî biryar hate dayin ku ji vê Yekşemê û pê ve ji bo du rojan grev bê kirin. Xwendekar jî wê tevlî grevê bibin.

Li gorî çavkaniyên muxalîf çalakiyên şermezarkirinê li 195 bajaran belav bûn.

Rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên muxalîf dibêjin heta niha ji 200 heta 400 kesî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.