Rîshî Sûnak bû serokwezîrê Îngilistanê

Mûhafezekarê Îngilîz Rîshî Sûnak, piştî îstifaya Lîz Trûss, ji bo peywira serowezîriyê hat destnîşankir.

Parlamenterê mûhafezekar Penny Mordaûnt ku li hember Rîshî Sûnak binketina xwe qebûl kir û li ser hesabê xwe yê Twîtterê, piştgirî da wî û got: “Me serokwezîrê nû hilbijart.“

Rîshî Sûnak wê bikeve cihê Lîz Trûss ku 44 roj li ser peywîrê ma û piştre îstifa kir. Serokwezîrê berê Borîs Johnson roja Yekşemê ragihand ku ew ê ji ber parçebûna di nav partiyê de nebe namzed. Redkirina Johnson a berendamtiyê, rêya serkeftinê ya Rîshî Sûnak ê 42 salî vekir.

Sûnak vê werza Havînê, di hilbijartinên serokwezîriyê ya li hemberî Lîz Trûss de binketibû. Trûss piştî zêdebûna lêçûnên ku projeyên kêmbihabûna heqdestan, îstifa kir.

Sûnak ê ku eslê xwe Hindiye, bankerekî berê yê dewlemend e ku wê bibe yekem kesê nespî ku serokwezîriya hikûmeta Îngilistanê bike.