Ji girtîgeha Evînê ya li Tehranê dengê çekan hat

Ji girtîgeha Evînê ya li paytexta Îran Tehranê dengê çekan hat.

Li gorî dîmenên ku li ser înternetê hatin weşandin, sibeha Şemiyê ji girtîgeha Evînê dengê çekan hate bihîstin û dû bi ser girtîgehê ket.

Li girtîgehê, ku dengê sîrenê bilind bû, medya fermî û rayedaran hîn daxuyaniyek nedane.

Li gorî malpera înternetê ya aktîvîst a bi navê "1500tasvîr", hêzên taybet ên polîsan ên bi motorsîklek ji girtîgehê re hatin şandin.

Çavkaniyekî ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku malbatên girtiyan çûne ber girtîgehê. Heman çavkanî got, "Şewat bi girtîgehê ketiye û dû bi ser ketiye. Gelek hêzên taybet hene. Ambûlans jî li vir in."

Ev girtîgeh demeke dirêj e bi binpêkirina mafên mirovan di rojeva rêxistinên mafên mriovan de ye. Sala 2018'an kete lîsteya reş a 'binpêkirina giran a mafên mirovan' a DYE'yê.

Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rayedarên girtîgehê bi êşkenceyê, girtina bêdem, lêpirsîna demdirêj û astengkirina tedawiyê têne sûcdarkirin.