Germbûna global gefê li milyarek zarokî dixwe

Rêxistina civaka sivîl KidsRights diyar kir, ku germbûna gerdûnî bandorê li ser milyarek zarokî dike.

KidsRights, ji bo zarokên niha û nifşên bê hişyarî da û diyar kir ku guherîna avhewayê gef li paşeroj û mafên bingehîn ên zarokan dixwe.

KidsRights, destnîşan kir ku bandorên guherîna avhewayê ji bo milyarek zarokî gefek mezin e û diyar kir ku di deh salên dawî de li seranserê cîhanê di asta jiyanê ya zarokan de pêşketinek girîng çênebûye.

KidsRights, bi bîr xist ku şewba Covid-19 li ser zarokan bandorekî mezin kiriye û got gelek caran zarok bê xwarin û bê derman dimînin.

Rêxistina civaka sivîl a Hollandayê diyar kir ku ev rewş bûye sedema mirina zêdeyî 286 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de.

Di rapora salane ya bi navê "KidsRights Index" ku 185 welat di pîvana ahenga Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî hatine rêz girtine de, Îzlanda, Swêd, Fînlandiya û Hollanda di sala 2022'an de di rêzgirtina mafên zarokan de di rêza yekem de cih digrin û welatên Komara Afrîkaya Navîn, Sierra Leone, Afganîstan û Çad jî di dawiya listeyê de cih digrin.

Di destpêka lîsteyê de Elmanya di rêza 5’emîn, Luksembûrg 6’emîn, dewleta Tirk jî 25’emîn de ye.

Lîste li gorî mafê jiyanê, mafê tendursitiyê, mafê perwerde, mafê parastinê û mafên zarokan hatiye amadekirin.

Serok û damezrênerê KidsRights’ê Marc Dullaert got, “Bi guherîna avhewayê re gefa li ser pêşeroj û mafên bingehîn ên zarokan heye.”

Dullaert, “Şewba Covid-19 li ser zarokan bandorekî mezin kiriye û di deh salên dawî de li seranserê cîhanê di asta jiyanê ya zarokan de pêşketinek girîng çênebûye.”

Li gorî KidsRights, di du salên dawî de hêjmara zarokên karker gihiştiye 160 milyonan û di 4 salên dawî de jî hêjmara zarokên karker 8,4 mîlyon zêdetir bûye.