Rêveberiya Îran ketiye nava hewldanên berevajîkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Her diçe serhildana bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hemû pêkhateyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li xwe girtiye mezin dibe. Li ser vê yekê rêveberiya Îranê ketiye nava wê hewldanê ku li dibistanan rastiya vê serhildanê berevajî bike.

Rastiya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her diçe li nava kuçe û kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê baştir derdikeve holê û hemû pêkhate li dora vê dirûşmê kom bûye. Hêzên dewleta Îranê jî dema dawî ketiye nava hewldanan ku bi rêveber û mamosteyên dibistanan rastiya vê dirûşmê berevajî bikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke pê bawer da ANF'ê, ku ji ber ewlehiyê nasnameya xwe diyar nekir, piştî ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belavî nava dibistan û xwendekaran bû saziya perwerdeya Komara Îslamî ya Îranê li bajarên Serdeşt, Pîranşar, Mihabad û çend bajarên din ketine nava hewldanan bi semîner û civînan dixwazin rastiya dirûşmê berovajî bikin. Her wiha çavkaniyê diyar kir ku komara Îslamî zext û gef li mamostayên û berpirsên dibistanan xwariye ku rêgiriyê li belavbûna vê dirûşmê bigire û ev yek jî tirs di nava xwendekaran de daye çêkirin.

Çavkaniyê anî ziman ku hêzên ewlekarî di bin navê kesên şareza û pispor de weke qiseker tevlî civîna û semîneran hatine kirin û li ser dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nirxandin kiriye. Çavkaniyê destnîşan kir ku di civînê de li ser dîroka dirûşmê û belavbûna wê ya li nava civakê agahî hatine dayîn û rastiyê dixwazin berovajî bikin. Çavkaniyê got ku van kesên hêzên ewlekariyê aniye ziman ku ev dirûşim cara yekem ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera PKK’ê ve nehatiye bikaranîn.

Heman çavkaniyê daxuyakirin ku bi van cûre hewldanan hêzên dewletê ji bo mamostayan jî taybet semîner dane û xwestine dîmeneke reş a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serê mamostayan de bide çêkirin. Bi vê yekê hewl dane ku rastiya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li cîhanê belav bûne, berovajî bikin.

Ev hewldan jî di demekê de ye ku di nava xwendevan û civakê de daxwaza peydakirin û xwendina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taybet li ser azadiya jin û civakê zêde bûye, pêk tên.

Heman çavkaniyê anî ziman ku ev civîn bi darê zorê li Herêma Mûkriyan pêk hatiye. Dezgeha şerê taybet a dewletê bi van rê û rêbazan dixwaze rê li pêşketin û xurtbûna şoreşa azadiya jinê li Kurdistan û Îranê bigire.