Nifûsa dinyayê dike bibe 8 milyar

Rêvebera Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî Dr. Natalîa Kanem diyar kir meheke din wê nifûsa dinyayê bibe 8 milyar û banga alîkariya ji bo jin, zarok û mexdûran kir.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNFPA) diyar kir li gorî texmînên wan wê meheke din nifûsa dinyayê bibe 8 milyar. Fona Nifûsê bang li hikumetan kir ku bila ji bo wekhevî û standardên jiyanê tevdîrên lezgîn werbigirin.

Midûra Giştî ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî Dr. Natalîa Kanem diyar kir di zêdebûna nifûsê de herî zêde jin, zarok û mexdûrên din divê werin parastin û ji bo alîkariyê bang kir.

Zêdebûna nifûsê ya global ji sala 1960’î û vir ve, nîvê nîv kêm bûbû û ketibû binê ji sedî yekê.  Lê li gorî pisporan zêdebûna nifûsê rê li ber newekhevî, krîza îklîmê û pirsgirêkên koçberiyê vedike û ev tişt herî zêde bandorê li jin, zarok û kesên dezavantaj dike.