Li Meksîkayê êrîşa çekdarî: 12 kes mirin

Li eyaleta Gûanajûato ya li navenda Meksîkayê li barekê êrîşa çekdarî çêbû. Di encamê de 12 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, li bajarê Îrapûato roja Şemiyê li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Bûyer bi dema herêmî saet di 20:00 de qewimî.

Şaredariya bajêr diyar kir ku di êrîşê de 12 kes mirin ku 6 ji wan mêr e, 6 jî jin e. Her wiha 3 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de li ser êrîşkaran an jî sedema êrîşê agahî nehatin dayin.

Li vî welatî ji sala 2006'an û vir ve ji ber tundiya ji ber narkotîkê derdora 340 hezar kes hatin kuştin.