HRW: DAÎŞ’ê li Maliyê bi sedan gundî qetil kirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşên bi ser gundên Maliyê de, bi sedan gundî qetil kirine, mal û milkê gundiyan talan kiriye.

Li gor rapora ji aliyê HRW’ê ve hat amadekirin, komên çekdar ên girêdayê çeteyên DAÎŞ’ê, ji serê salê heta bi niha li bakurê rojhilatê Maliyê bi awayekê sîstematîk bi sedan gundî qetil kirine. Hat gotin ku rayedarên sivîl baş neparastine.

Di rapora HRW’ê de, ji meha Adarê heta bi niha li herêmên Ménaka û Gao’yê, piştî mal û milkê bi deh hezaran gundiyan di êrîşan de ji dest çûye, ji neçariyê koçî herêmên din ên Maliyê ya jî Nîjerê kirine.

Li gor raporê, di êrîşan de bi piranî Daûsahak a qebîleyeke Tûareg e, bûye hedef.

HRW’ê îşaret pê kir ku çeteyên girêdayê DAÎŞ’ê, êrîşên hovane û bi koordîne li dijî gundiyan kirine, sivîl qetil kirine, mal û milk talan kirine.

Rayedara HRW’ê Jehanne Henry ku gotinên wê di nav raporê de hene û wiha got: “Hikûmeta Maliyê, bi taybetî ji bo parastina gundên rû bi rûyê rîska êrîşan, divê zêdetir tiştan bike û bi gundiyan re bibe alîkar.“