Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê li kanserê mikur hat

Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê Jassem al-Falahî got, qirêjiya ji ber hilberîna petrolê rû dide li Basra û derdora wê sedema bingehîn a zêdebûna rêjeya kanserê ye.

Piştî lêkolîna BBC Erebî ya li ser herêma Basrayê, ku nîşan da mirovên li nêzî qadên petrolê ne, rîska losemî li ser wan zêde ye, Wezîrê Hawirdorê yê Iraqê daxuyanî da.

Şewitandina gaza di dema sontaja petrolê de derdikeve holê weke berpirsyarê vê yekê hate nîşandan.

Wezîrê Petrolê Îhsan Abdul Cabbar Îsmaîl beriya niha ji BBC Erebî re axivî bû û pêwendiya rêjeya kanserê ya bi qirêjiya hewayê ya ji ber petrolê red kiribû.

Gazên ji qadên petrolê bilind dibin, ji ber karbondîoksît û metan a di nav de gelekî metirsîdar e.

Al Falahî di hevpevyîna xwe de ya bi HARDtalk Arabic re kir, anî ziman ku wezareta petrolê beriya niha nehiştibû ku personel li mezintirîn qada petrolê Rûmaîlayê kontrola qirêjiyê bikin.

Rûmaîla ji hemû qadên petrolê yên din ên cîhanê bêhtir gazê dişewitîne û ya hikumeta Iraqê ye.