Xwendekar bi xurtî cihê xwe di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de digirin

Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Amînî destpê kir mehek li pey xwe hişt. Di dema dawî de xwendekarên zanîngehê bi xurtî cihê xwe di çalakiyan de digirin.

Di serî de li zanîngehên eyaleta Tehran, Şîraz, Gîlan û Manzandaran ên Îranê li gelek zanîngehan xwendekar jî tevlî xwepêşandanan dibe û bi dirûşman dewleta Îslamî ya Îranê protesto kirin. 

Piştî ku hêzên ewlekariya Îranê avêtin ser civîna xwendekaran a li Desteya Rêveberiya Zanîngeha Şerîf a Tehranê û gelek xwendekar girtin, şûnde xwendekar zêdetir daxistin kolanan. 

Li Zanîngeha Behşîtî ya Tehranê li dijî girtina xwendekaran û dîsa piştevaniya bi çalakiyan re çalakiya rûniştinê lidar xistin. 

Li Zanîngeha Allameh Tabatabaî ya Tehranê jî nerazîbûnên xwendekaran hebûn. Li vir xwendekaran dirûşmên li dijî rêveberiyê qîr dikirin. 

Yek ji cihên din ên xwepêşandan lê hebû, Zanîngeha Gilan a Îranê bû. Li vir xwendekaran dirûşma ‘Azadî û Wekhevî’ qîr kirin. 

Li Zanîngeha Mazandaran jî tevî ewlekariyeke zêde ya rejîma Îranê jî xwendekar kom bûn û çalakî dikin. 

Duh li bajarên weke Seqiz, Sine û Mehabat ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê berdewam kirin. Li taxên Kerîm Awa, Hemal Awa Gencan ên Seqizê bi vêxistina agir û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nerazîbûnan berdewam kir. Herwiha di navbera çalakvan û polîsan de alozî derket.

Li taxa Nayser a Sine jî hêzên rejîma Îranê rasterast xwepêşander gulebaran kirin. Hinek xwepêşander birîndar bûn. Herwiha li Sine hinek xwendekar bi dirûşmeya ‘Na ji dîkdatoriyê re’ meşiyan.

Li bajarê Ewdanan ê Îlamê ku Duşemê xwepêşandanên berfireh lê hebû, hêzên dewleta Îranê dest bi pêla binçavkirin û girtina çalakvan kiriye. Wêne û nasnameya hinek çalakvanên hatine binçavkirin li ser torên civakî parve kirine.

Li bajarên Îranê, bi taybet Tehran, Bender Ebas û Ebedanê xwepêşandan û grev berdewam bû.

Li Abadanê jî şofên wesayîtên vehestina sotemeniya li refîneyan dest bi grevê kirin û rê li veguhestina benzîna ji bo bajarên din girtin.

Ji berê jî karkerên sektora neftê yên li parêzgehên Xozista, Buşehir, Hurmuzgan û Faris ên li başur rojavayê û başûrê Îranê dest bi grevê kirîbûn.