Ji ber lehiyê 13 kes li Fîlîpînê mirin

Li başûrê Fîlîpînê ji ber baranê hezaz çêbû û lehî rabû. Herî kêm 13 kes mirin.

Li Fîlîpînê ku tê payin roja Yekşemê bahozeke tropîkal rû bide, li başûrê vî welatî ji ber barana zêde hezaz çêbû û felaketên lehiyê rû dan.

Rayedarên girava Mindanaoyê diyar kirin ku herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li vê herêma xizan, barana zêde şeva Pêncşemê destpê kir.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku bahoza Nalgae ya tropîkal bandor li herêmê kiriye û ber bi bakurê welêt ve diçe.

Parastina sivîl, beriya ku bahoz roja Şemî yan jî Yekşemê bigihêje qada bejahî, li hemberî felaketên hezaz û lehiyê 5 hezar kes ji herêmê veguhastin.