Sê salên dawî hejmara mirovên birçî bi du qatî zêde bû

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku hejmara mirovên ketin bin bandora birçîbûnê, di nava sê salên dawî de bi du qatî zêde bûye.

Gûterres bi wesîleya 16'ê Cotmehê Roja Xurekê ya Cîhanê daxuyaniyek da û fikarên xwe yên li ser zêdebûna hejmara mirovên birçî anî ziman. Gûterres tweetek weşand û got, "Hejmara mirovên ku ketine bin bandora birçîbûnê di nava 3 salên dawî de bi du qatî zêde bû."

Serokê rêxistina ji 193 endamî got, "Ji bêhêvîtiyê divê em derbasî hêvî û çalakiyê bibin" û destnîşan kir ku xwarin divê bi wî buhayî be ku her kes karibe bi dest bixe.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku ji ber şewba vîrûsa coronayê, rîska şer a navneteweyî ku dema dawî zêde bû û astengiya li pêşiya xurekê ya ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê, hejmara mirovên birçî zêde bûye.

Roja Xurekê ya Cîhanê ji bo pîrozkirina damezrandina Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di sala 1945'an de hatibû ragihandin.

Naveroka Roja Xurekê ya Cîhanê ya sala 2022'an bi dirûşma "Kesî li pişt nehêle" hate destnîşankirin.

WELATÊN KU BI KRÎZA XUREKÊ RE RÛ BI RÛ NE

Di Rapora 2022 a Krîzên Xurekê ya Navneteweyî de ku ji aliyê Tevna Global a li dijî Krîzên Xurekê di meha Gulanê de hate weşandin, hate ragihandin ku li 40 welatî metirsiya birçîbûnê li ser 180 milyon kesî heye. Etiyopya, Nîjerya, Sûdan a Başûr û Yemen weke 'deverên ku birçîbûneke giran lê heye' hate destnîşankirin. Misir, Ûkrayna û Rûsya jî ji ber şer deverên ku zor û zehmetî lê hene, hate diyarkirin.

Tûnis û Cezayîr jî ji bo karibe bersivê bide daxwazan, li hemberî pirsgirêka birçîbûnê têdikoşin. Li Efganistanê bi guhertina rejîmê re piştî ku Talîbanê dest bi rêvebirina welêt kir, krîza xurekê ya li vî welatî bêhtir nebaş bû.