Li girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn

Li gorî daneyên fermî, di êrîşa li ser girtîgeha Evînê de ya li paytext Tehranê, herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn. Li gorî gelek çavkaniyan bîlanço girantir e.

Li gorî malpera Mizan Online ya ser bi Wezareta Edaletê ya Îranê, "4 girtî ji ber dûyê şewatê jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn."

Heman çavkaniyê îdîa kir ku girtiyên li girtîgeha Evînê jiyana xwe ji dest dane, girtiyên "ji destavêtinê hatine mehkûmkirin e."

Di dîmenan de yên ku li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, tê dîtin ku dû bi ser girtîgehê dikeve û dengê çekan tê.

Li gorî malpera Mizan Online, ji girtiyên birîndar tenê 10 ji wan rakirin nexweşxaneyê û rewşa 4 ji wan giran e.

Rayedaran diyar kirin ku şewat hatiye kontrolkirin û di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de îdîa kiribû ku bi girtiyên weke 'serserî' pênase dike, şer qewimî ye.

Ji bilî agahiyên ji aliyê dewletê ve hatin pêşkêşkirin destûr nayê dayin ku agahî ji girtîgehê derkeve, lewma hîn baş nay3e zanîn ku çi qewimî ye.

Gelek çalakgerên ku di xwepêşandanên protestoyî yên vê dawiyê de hatin girtin li Girtîgeha Evînê têne girtin.

Li vê girtîgehê ku bi êşkenceyê navdar e, bi sedan girtiyên siyasî hene. Têkildarî rewşa girtiyan agahî bi dest neketin. Ji gelek beşên girtîgehê agahî nayên girtin. Agahiyên têkildarî hin beşan li ser tevnên dîjîtal hatin parvekirin.

Li gorî malpera înternetê ya aktîvîst a bi navê "500Tasvir" gelek girtî bi fîşekan birîndar bûne. Hate ragihandin ku serhengê bi navê Mahmûdî piştî bi zorê kete koxûşa bi hejmara 8'an ji girtiyan re gotiye "Dema mirinê ji bo we hemûyan hatiye." Heman malperê diyar kir ku tundî li dehan girtiyên siyasî hatiye kirin.