NY: Li Îranê binpêkirinên mafê zarokan hene

Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Îranê li dijî zarokan binpêkirinên mafan ên giran tê kirin û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir.

Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji xwepêşandanên 16’ê Îlonê ve ku dest pê kirine heta niha herî kêm 23 zarok ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin û bi sedan ji wan jî birîndar bûne, hatine destgîrkirin û êşkencekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 14’ê Cotmehê de herî kêm 23 zarok hatine kuştin.

Komîta Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyeke nivîskî de bal kişand ser binpêkirinên cidî yên mafên zarokan li Îranê û got ku divê ji aliyê dezgehên şareza, serbixwe û bêalî ve bi hûrgilî bên lêkolînkirin.

Komîteyê binpêkirinên giran ên mafan li Îranê ku di çarçoveya çalakiyên aştiyane de pêk hatine, şermezar kir.

Li gorî "agahiyên pêbawer" komîteyê diyar kir ku hin zarok bi guleyên rastî hatine kuştin, hin jî bi lêdanê mirine.

Komîteyê diyar kir ku "tevî xemgîniya windakirina zarokan, gelek malbat neçar tên hiştin ku, bibêjin zarokên wan xwe kuştiye û îtirafên derewîn bikin da ku hêzên dewletê beraet bikin.”

Komîteyê her wiha da zanîn ku zarok li dibistanê hatine destgîrkirin, tevî kesên temenê wan mezin hatine ragirtin û ji ber nûçeyên êşkence û tundiya tê kirin, gelek gumanê wan çêbûye.

Komîteya ku ji 18 pisporên serbixwe pêk tên, bang li rayedarên Îranê kirin ku, dawî li van binpêkirinên mafên zarokan bînin.

Li gorî rêxistinên maf yên mirovî yên Îranê, hejmara zarokên hatine qetilkirin zêde bûye. Rêxistina mafê mirovan a ku navenda wê li Osloyê ye, ragihand ku herî kêm 27 zarok hatine qetilkirin.