Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê

Di tûra duduyan a dayîna dengan li Parlamentoya Iraqê de, Letîf Reşîd ji sisêyan duduyê dengan girt û bû serokkomar.

Îro li parlamentoya Iraqê, bi tevlêbûna 227 parlamenteran, hilbijartina serokkomariya Iraqê hat kirin. Tûra yekemîn a dengdanê ku 39 namzet bi hev re di pêşbaziyê de bûn, Letîf Reşîdê PDK’ê piştgiriya wî kir, 157 deng, Berhem Salihê namzetê YNK’ê jî 99 deng girtin.

Ji ber ku tu namzetek ji sisêyan duduyê dengan negirt cara duduyan hilbijartin hat kirin. Cara duduyan a hilbijartinê Latîf Reşîd 162 deng girtin û bû Serokkomarê Iraqê.